Li Başûrê Kurdistanê jî gel bi hemû derfetên xwe tevlî seferberiya Berxwedna Rûmetê dibe.
Li Herêma Soran kampanya alîkariyê ku ev hefteyeke dewam dikir îro bi dawî bû.
Gel bi eleqe û dalwaziyeke mezin tevlî kampanyayê bû.
Li Herêma Soran ev hefteyeke ji bo Bakur û Rojhilatê Sûrî alîkarî tê komkirin û kampaniya îro bi dawî bû.
Çalakvanê civaka sivîl Keyhan Weysî diyar kir ku ji bo alîkariya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûrî hemû derfetên xwe xistine dewrê.
Keyhan diyar kir ku xelkê Soran bi hişyarî û dilxwaziyeke mezin tevlî kampanyaya alîkariyê bûye û di rojên pêş de ev alîkariya kom kirine wê bişînin Bakur û Rojhilatê Sûrî.
Doh jî 24 kamyon alîkariyên mirovî ku gel û rêxistinên bajarê Silêmanî kom kiribûn, gihaşt Rojava.