Şêniyên navçeya Til Temirê û gundên wê sersaxî dan malbata şehîdê QSD`ê Omer Mihemed Meter.
Bi dehan kesên navçeyê beşdarî konê sersaxiyê li taxa Qews a Til Temirê bûn.
Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed Hemo Hesen axivî û got ji bo bi dawî kirina dagirkeriyê û parastina aramiya herêmê ew ê li ser şopa şehîdan bin.
Endamê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ronat Tirbespiyê jî sersaxî ji malbatê re xwest û got:
“Bi saya berxwdan û têkoşîna şehîdan îro aramî li herêmê mayînde bû ye.”
Hevseroka Meclisa navçeyê Gulîxan Sofî û Rêvebera Kongra Star Hêvîn Sebrî jî axivîn û balkişandin li ser fedekariya mezin a şehîdan a ji bo parastina şoreşê.
Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.