Mamosta û melayên Herêma Germiyan a başûrê Kurdistanê banga azadiya Rêber Apo kirin û gotin: “Em weke Gelê Kurd xwedî mafin û ji bo vê jî daxwaza mafên xwe dikin.
Dewleta Tirk tecrîda ku li dijî Rêber Apo dide meşandin ji aliyê gelê kurd û hemû neteweyan nayê qebûl kirin.”
Derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan, mamosta û melayên Herêma Germiyan axivîn.
Mamoste Necîb Emer diyar kir, ji ber ku Rêber Ocelan xwedî hêz bû hate dîl girtin û wiha got:
“Dewleta Tirk bi fikrê Ocalan ji serkeftina şoreşê ditirse, ji ber vê tecrîdê giran dike.
“Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin zilm e û nayê qebûl kirin”
tecrîda li ser Rêbertî, bang li Kurdan kir ku dakevin qadan û çalakiyan bikin.
Mela Kerîm Zelkeyî ser heman mijarê da zanîn ku girtina kesekî bêguneh di ola Îslamê de nayê qebûlkirin û wiha axivî:
“Em weke Kurd mafê me heye ku em xwe rêvebibin, ev tecrîda li ser Rêber Apo zilme û nayê qebûl kirin.”