Li cîhanê û bi taybetî li Kurdistanê bi destê jinan gelek tişt hatine avakirin. Li Rojavayê Kurdistanê jinekê gundek ava kir. Em bi hev re çîroka vê jinê û gundê ku ava kir di vê nûçeyê nas bikin.
Xirbê kejê.
Gundeke li derdora Amûdê ye.
Jineke bi navê Kejê û zarokên wê ev gund ava kirin û bi navê Kejê tê nasîn.
Ev gund ji şêniyan û neviyên Kejê re bûye mîrateyek.
Xirbê Kejê di aliyê çêkirina xaniyan de mîna gundên din e.
Şêniyên gund debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikin.
Jina bi navê Kejê ji Şengalê ye, ji malbata Serhokê ya ji eşîra Gabarê ye.
Kejê sala 1890′î dizewice û dibe dayika 5 zarokan.
Di sala 1937′an de, piştî wefata hevjînê wê zext ji aliyê malbatê li Kejê tê kirin da ku careke din bizewice, lê Kejê qebûl nake.
Ji ber vê, kejê û zarokên xwe berê xwe didin Rojava.
Li Rojava, çend rojan li gel xizmên xwe yên li gundên nêzî Amûdê dimîne.
Piştre biryar dide ku malekê ji bo xwe û zarokên xwe ava bike.
Li ser vê yekê Kejê li nêzî gundekî xizmên xwe erdekî biçûk hildibjêre û bi alîkariya her pênc zarokên xwe maleke ji axê ava dike.
Kejê ji bo ku debara xwe û zarokan bike karê çandiniyê dike.
Niha hejmara malên gund zêdeyî 40 male.
Her wiha dibistanek bi navê “Xirbê Kejê” li gund hatiye avakirin.
Neviya Kejê ya bi navê Sûriya Omer a 67 salî diyar kir ku dapîra wê Kejê gund bi rêve dibir û di mijarên cuda yên kesayetî û yên girêdayî gund şîret didan.
Sûriya bi bîr xist ku dapîra wê Kejê Kurdên ku ji warên xwe dibûn, li mala xwe pêşwazî dikir û li gorî derfetên xwe alîkarî dida wan.
Kejê sala 1946′an wefat kir û li dû xwe mîrateyek hişt ku şopên wan tune nabin û bîranînên wê di bîra neviyên wê de zindî dimînin.