Serçeteyê DAIŞ’ê Bexdadî hat kuştin Ebdulah Qardaş bû serçeteyê nû yê DAIŞ’ê

Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî, Serçeteyê nû yê DAIŞ’ê diyar bû.

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî doh bi operasyoneke taybet ya yekîneyên QSD’ê û hêzên Emerîkî, li gundê Barîşa yê Idlibê ku nêzî baregeha dewleta Tirk e, hate kuştin.

Piştî kuştina Bexdadî, serçeteyê DAIŞ’ê yê nû diyar bûn.

Li gorî nûçeya Newsweek serçetey yek ji xelifeyên Bexdadî ye.

Di nûçeyê de tê gotin, Bexdadî ev kes di demeke nêzîk de di karên berpirsyarî ya dînî de erkdar kiribû.

Ev kes jî Hacı Abdullah el-Afari binasnav Abdullah Qardaş e.

Serçete Qardaş li Iraqê ji dayîk bûye û di dema Seddam Huseyîn de di nava artêşê de efser bû.

Keseke istihbaretî ku ji rojnameyê re axivî diyar kir ku Bexdadî tenê pêleyîstokek bû.

Têkildarî êrîş û karên rojane qet ceh ne digirt.

Berpirs anî ziman ku Bexdadî tenê gotina ‘erê’ yan ‘na’ dikir.

Di plansaziyan de qet cih ne digirt.

SEROKÊ DYA DONALD TURMP:
SERÇETEYÊ NÛ YÊ DAIŞ’Ê KI YE Û LI KURE EM DIZANIN

Ji xwe piştî kuştina Bexdadî serokê Emerîka Donald Trump îdia kiri ku ew serçetyê nû yê DAIŞ’ê kiye û li kure jî baş dizanin.

Leave a Reply

Back to top button