Ji bo hilbijartinên Encûmenên parêzgehan ku wê 18’ê Kanûnê li Iraqê were lidarxistin Desteya Eşayîrî ya Şengalê kom bûn.
Di civînê de rewşa hilbijartinê û giringiya wê ji bo Şengalê hate nirxandin û hate xwesitin piştgiriyê bidin lîsteyên xizmeta gel.
Endam û nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û TAJÊ jî bang li xelkên Şêngalê kir ku dengê xwe ji bo Şengaleke xweser û azad bikarbînin.
18’ê Kanûnê wê li seranserî Iraqê hilbijartinên Encûmenên parêzgehan wê pêk werin.
Li Şengalê yekîtî û tifaqa hêz û aliyên siyasî ji bo hilbijartinê roj bi roj berfirehtir dibe.
Ji bo dengdayîna lîsteyên “Yekîtiya Gelên Nînowayê” û Rêveberiya Xweser a Şengalê,Desteya Eşayîrî ya Şengalê civînek li darxist.
Di civînê de rewşa hilbijartinê û giringiya wê ji bo Şengalê hate nirxandin.
Ji beşdaran hat xwestin ku piştgiriyê bidin lîsteyên xizmeta gel û berjewendiya Şengalê dikin û ji bo vê yeke bikevin nava tevgerê û bi gel bidin fêmkirin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê gelê me ji bo hilbijartinê seferber bibe
Li aliyê din ji bo hilbijartinan nûnerê Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiyê a Jinên Êzidî TAJÊ jî banga seferferiyê kirin
Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Qîranî, diyar kir ku ji bo hilbijartinê hemleyek dane destpêkirin û got:
“Divê civaka me ya Êzdî bicin ser sindoqan,Êzdiyên canê xwe fedakirin jibîrnekin û dengê xwe bidin namzetên PADÊ.”
Dexil Qîranî qala kirîna dengan ji aliyê PDK’ê ve jî kir û ev bang li gel kir:
“Li Iraqê hilbijartin bi awayeke dadperwerane pêk nayê, li ser bazirganî tê kirin.
Lê nabe piştî van şehîdan û fermanan ti Êzidiyek dengek xwe di berdêla pereyan de bifiroşe.
Endama TAJÊ Emşê Reşo jî bal kişande li ser parastina destkeftiyan û anî ziman divê tikes tenezûla malê dinê neke û xiyanetê li gelê xwe neke.
“Dengê xwe ji bo Şengaleke xweser bikarbînin”
Endamê Meclisa Rêveber a Şengalê Biro Berekat jî diyar kir, ew weke ti hizbekî serî li reklaman naxin, ji ber kar û xebatên Rêveberiya Xweser li berçave
Biro Berekat destnîşan kir ku divê civaka Êzidî ji bo roja hilbijartinê li ser sindoqan seferber bibe û ev daxwaz ji gel kir:
Em dixwazin gelê me rêya rast ji xwere hilbijêre. Divê gelê me dengê xwe ji bo Şengaleke xweser û azad bikarbîne.”