Edî roja 22’an Berxwedana Rûmetê jî em li pey xwe dihêlin. Îro jî li seranserê eniyên şer, artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe ranewestandin. Şervanên QSD’ê li gundewarên Şerê Kaniyê derbên Xurt li çeteyan da 15 çete hatin kuştin û 6 wesaîtên wan hatin teqandin.
Ev çend rojin li gundewarê Til Temirê û Serê Kaniyê şerekî dijwar rû dide.
Artêşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundên Til Werd û Innel Hawa yên Serê Kaniyê kirin.
Şervanên QSD’ê di cih de bersiv dan çeteyan û di encamê de 3 wesaîtên doçka barkirî û 3 wesaîtên çeteyan tevlî kesê ku tê de hat teqandin.
Her wiha şevê din çeteyan êrîşî gundê Til Mihemed ê Zirganê jî kir lê şervanên QSD’ê bersiv dan.
Di encama şer de 15 çete hatin kuştin, wesaîteke çeteyan ya doçka barkirî û 2 wesaît hatin teqandin û panzarek jî hat derbekirin.
QSD’Ê ÊRÎŞA ÇETEYAN A LI SER RÊYA M4 TÊK BIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi tangan êrişî rêya Duwelî ya M4 ya li nêzî depoya Şerkirakê ya di navbera Eyn Îsa û Kobanê de kir.
Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran da.
Di êrîşê de 3 wesaîtên dagirkeran hatin derbekirin.