Şaredariya Gel a Minbicê xwe amade dike ku di sala 2024’de bajarekî pîşesaziyê ava bike.
Der barê projeyê de, hevserokê Şaredariya Gel a Minbicê Xalid El Îbrahîm axivî û got:
“Şaredariya Gel amadekariyan dike ku di 2024`an de bajarekî pîşesaziyê ava bike.
Ji bo wê jî dê binesaziya wê amade bike.
Dê li bajarê pîşesaziyê torên kanalîzasyonê bi hezar û 400 metre û bi lêçûna 106 hezar dolarî bê bicihkirin.”
Çaverê ye şaredarî destpêka salê dest bi projeyê bike.
Şaredariyê projeyên kanalîzasyonê li gorî plansaziya 2023`yan bi lêçûna 72 hezar dolarî bi dawî kirin.
Ev xebat li taxên Serb, 4 Kîlo, Hizwane, Rêya Helebê û Tebê derdora 4 mehan dewam kir.