Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku eger danûstandin bi hikumeta Şamê re pêk hatin, divê misoger bin û ev misogerî divê ji hêla civaka navdewletî ve be.
Fermandarê giştî yê QSD’ê ji rojnameya La Repubblica ya Îtalî re axivî û destnîşan kir ku danûstandinên ne yekser bi garantiya Rûsyayê bi hikumeta Şamê re pêk tên.
Mazlûm Ebdî got:
Ti baweriya me nîn e, lê bêyî danûstandin û diyalogê ti pirsgirêkên Sûriyê çareser nabin.
Ebdî diyar kir ku ew ê nebin aliyê ti lihevkirineke ku maf û azadiya gelên wan yên siyasî, çandî û rêveberî nava xwe de venehewîne.
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û vekişîna Emerîka ji herêmê jî Fermandarê giştî yê QSD’ê ev tişt anî ziman:
Vekişîna Hêzên Emerîkî ji herêmê, rê li ber êrîşên dewleta Tirk vekir.
Emerîka soz dane me, lê ev soz li ser erdê bi awayekî bi lez nayên bicihanîn.