ALOZIYA FILISTÎNÊ TÊ PAYÎN KU WÊ XWEPÊŞANDANÊN VEGERÊ YÊN ÎROJ BI ARAMÎ DERBAS BIBIN

Rayadarekî “Desteya Bilind a Xwepêşandanên Vegerê” ya Filistînê diyar kir ku nûnerên hemû rêxistinên Filistînî li hev kirin ku divê xwepêşandanên vê Înê “aram” bin da ku firsendekê bidin danûstandinên derbarê kêmkirina dorpêça Îsraîlî ya ji aliyê Misirê ve tê kirin.

Rayadarê Filistînî xuya kir ku ew dixwazin hewldanên Misirê yên derbarê rakirina dorpêçê bi serkevin, ji bo vê jî ew hewl didin ku bûyerên vê Înê bi aramî derbas bibin.

Rayadarê Filistînî ji ajansa FrancePress re wiha got:

“Em ê aşîtîbûna xwepêşandanan biparêzin û agirxistina bi tekeran kêm bikin”.

Di daxuyaniyekê de jî, tevgera HAMAS û Cîhada Îslamî ragihandin ku ew ê xwepêşandanên vegerê û şikandina dorpêçê heya pêkanîna armancên wan bidomînin û di heman demê de jî ew ê aşîtîbûna xwepêşandanan jî biparêzin.

Herwiha herdu tevgerên Filistînî hewldanên Misir, Qeter û Neteweyên Yekbûyî yên derbarê kêmkirina êş û azara gelê Filisîtnî spas kirin.

Leave a Reply

Back to top button