Di meşa girseyî ya li bajarê Qamişlo de, gelek peyam hatin dayîn û ev bang li gelê herêmê hate kirin: “Destketiyên xwe û yên zarokên xwe biparêzin.”
Di 10’emîn salvegera damezrandina Rêvberiya Xweser a Cizîrê de gelek peyam hatin dayîn.
Şêro Şero: Bi vîna gelê herêmê êriş vala hatin derxistin
Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêro Şero, diyar kir ku projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve rû bi rûyî êrişan tê, lê armancên van êrişan vala derxist.
Hikmet Hebîb: Bi saya fedekariyên şehîdan em gihan vê astê
Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a kantona Cizîrê Hikmet Hebîb jî yekîtiya gelan silav kir û got:
“Bi saya yekîtiya pêkhateyên herêmê û fedekariyên şehîdan em gihane vê astê.
Ev yek jî, ji ber ku em li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo meşiyan.”
Hikmet Hebîb diyar kir wê têkoşîna wan heta dîtina çareseriyeke siyasî û avakirina Sûriyeke demokratîk berdewam bike.
Henîfe Mihemed: Em ji êrişan natirsin, em ê destketiyên xwe biparêzin
Ji aliyê xwe ve endama Komîteya Jinan a Meclisa Qamişlo Henîfe Mihemed jî wiha anî ziman:
“Parastina destkeftî û mîrasa şehîdan, erka tevahî jinan e.”