Li Tebqayê, Yekitiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan ji bo balê bikşînin ser sûcên şer yên dewleta Tirk sînevîzyonek nîşandan.
Sînevîzyona der barê dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê hate nîşandan.
Di pêşandana sînevîzyonê de hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec û Rewşen Hemî û bi dehan ciwanên Tebqayê û şêniyên bajêr amade bûn.
Di sînevîzyonê de, komkujiyên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, hatin pêşandan.
Di sînevîzyonê de li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Berxwedan Rûmetê ya QSD’ê û hemû gelên herêmê dimeşîne jî cîh girt.