Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê ya li taxa Şêxmeqsûdê bi armanca destekdayîna şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê dimînin, 7 hezar û 500 taximên cilên demsala zivistanê belav kirin.
Ev cara duyemîn e Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê alîkariya şêniyên ku bi darê zorê ji Efrînê derketine, dike.
Hevserokatiya Yekitiyê spasiya kesên alîkarî pêşkêş kirine, kir û bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya şniyên Efrînê bikin.
Yekitiya Hilberîneran a şaxê Helebê beriya vê, bi slogana “Ez bi qelema xwe bi ser dikevim” di 16’ê Îlona 2019`an de , pêdiviyên dibistanê li xwendekarên qonaxa seretayî yên li kampa Şehbayê belav kirin.