Artêşa Emerîka wê tedbîqata herî mezin a 25 salên dawî pêk bîne

Artêşa Emerîka wê li xaka Ewropayê tetbîqata herî berfireh a leşkerî ya 25 salên dawî pêk bîne.

Fermandare yekîneyên bejahî yên Emerîkayê yê li Ewropayê General Chrîstopher Cavolî li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî û ragihand ku wê di mehên Gulan û Hezîranê de li 10 welatên Ewropayê tetbîqata leşkerî bikin.

Chrîstopher Cavolî diyar kir ku armanca wan ‘nîşandana hêza xwe ye’ û bi vî awayî jî îşaret bi Rûsiyayê kir.

Cavolî anî ziman ku ji bo tetbîqata leşkerî ya Defender-Ewrope wê 20 welat beşdar bibin.

Hate ragihandin ji 37 hezar leşkerên ku tevlî tetbîqatê bibin 29 hezar ji artêşa Emerîkayê ne.

Li gorî agahiyan wê Emerîka yekîneyên xwe yên bejahî, hewayî û deryayî ji bo mezintirîn tetbîqata xwe ya 25 salên dawî ya li Ewropayê ji hewayî û deryayî ve bişînin Ewropayê.

Di nava welatên Ewropayê de ku wê tetbîqata leşkerî lê bên kirin Polonya û Lîtvanya jî hene.

Leave a Reply

Back to top button