Artêşa Rêjîmê xwe ji şerekî mezin amade dike

Artêşa rêjîma Sûrî, li Idlibê xwe ji bo şerekî mezin yê li dijî çeteyên dewleta Tirk amade dike.
Piştî amadekariyên rejîma Sûrî, çeteyan dest bi toparana Helebê kirin.

Li Idlibê di vê demê de, êrîşên balafirên rêjîmê û Rûsya yên li dijî komên çete yên dewleta Tirk zêde bûne.

Rojnameya Fermî ya rêjîma Sûrî El-Weten ragihand ku artêşa rêjîmê xwe ji bo êrîşeke mezin amade dike.

Li gorî Rojnameyê, artêşa rejîmê hemû amadekariyên xwe bi dawî kirine û wê Idlibê ji çeteyên dewleta Tirk rizgar bike.

Ev amadekarî piştî gera 14’an a Asatanayê û êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk tên.

Şerê li Idlibê
“33 sivîl di 72 saetan de hatine kuştin”

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku, li Idlibê di nava 72 saetan de, hezar û 115 êrîşên hewayî û bejahî pêk hatine û 33 sivîl hatine kuştin.

Tê zanîn ku bi qasî 3 milyon kes li Idlibê hene û herî dawî NY dilgiraniya xwe ji bo wan nîşan dabû.

Çeteyan, hemedaniya Helebê top baran kir
Di encamê de, herî kêm 7 sivîl birîndar bûn

Piştî amadekariyên şerê Idlibê, çeteyên dewleta Tirk li Helebê taxa El-Hemdaniyê û taxa ‘Projeya 3000 Yekîneyên Bicihkirinê’ topbaran kirin.

Di encamê de, herî kêm 7 sivîl birîndar bûn.

Hêzên rejîma Sûrî jî bersîva êrîşan dan û Navenda El-Mensûra, herêma El-Raşidîn ya Helebê ku bûne cihê êrişên çeteyan topbaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button