Konsolosê Brîtanya li Helebceyê da zanîn ku carek din Kurd li Suriyê bûne qûrbanê çeka kîmyewî ya fosfora Spî û got: Me bikaranîna çeka fosfor ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kiriye.
Konsolosê Brîtanya yê li Herêma Başûrê Kurdistanê Ceymis Sarinton serdana bajarê Helebce kir û daxuyaniyek çapemeniyê da.
Konsolosê Brîtanyayê li dijî kîmyabarana Helepçeyê nerazîbûn û xwe xemgîniya xwe anî ziman û got:
“Ev cihê bîranînên gelek xemgîn û nexweş e.
Ji bo me û Helebceyiyan bîranînek xemgîn e.”
Li ser pirsa nûçegihanê Rojnewsê ya derbarê bikaranîna çeka kîmyewî ya fosfora spî ku dewleta tirk li Rojava bikaranîbû, Sarinton ev anî ziman:
Mixabin beriya niha bi demek nêzîk li Sûriyê heman kar dûbare bû û xelkê sivîl bûne qûrbaniyê gaza ku mirov dikuje.
Lê nayê wê wateyê ku Brîtanya û civaka navnetewî ne li dijî van cûrên çekan e.
Ji bo ku hemû karên bi vî awayî rawestin, em ê hewldanên xwe dewam bikin.