Çalakiya Konvedanê a li Kobanê di roja 3. de bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya li Kobanê a li dijî êrişên dagirkeriya Tirk di roja sêyemîn de bi dawî bû. Kobaniyan diyar kirin ewê li dijî her êrişan berxwedana xwe bidomînin.

Di 16 vê mehê de li kobanê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û herêmê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiya kovendanê heta lidarxistin.

Çalakî û îro di roja 3’yan de bi daxuyaniyekî bi dawî bû.

Îro şandeyek ji navçeya Sirînê û Qinaya tev saziyên xwe û şandeyek ji Tebqayê jî beşdarî çalakiyê bûn.

Daxuyaniya bi dawîkirina çalakiyê bi navê Tevgera Ciwanê Şoreşger ên Sûriyê ji aliyê Hebûn Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û gundên wê hate şermezakirin û hat gotin ewê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezin bikin.

Back to top button