Şandeyek ji Meclisa Sûriya Demokratîk li gel wezareta derve ya Misirê civiya..Li gorî ragihandina MSD’ê, Wezîrê Derve yê Misrê, soza dewamkirina xebata hevpar a li dijî tevgerên dagirkeriya dewleta Tirkiyê daye.
Şandeya MSD’ê ji hevserokê wê Riyad Derar, Seroka Desteya Rêveber Îlham Ehmed, Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd û Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Sîhanok Dîbo pêk dihat..
Wezîrê derve yê Misrê Samih Şikirî û Cîgirê wî Nezîh El-Necarî li avahiya wezaretê ya li Qahîra pêşwzî li şandeya MSD’ê kir..
Li wir, rewşa Sûriyê û êrîşên Tirkiyê û encamên wan hatin nîqaşkirin.
Malpera MSD’ê da zanîn, Wezîrê Derve yê Misrê jî, êrîşên Tirkiyê bi “Firehbûn û Xeternak” bi nav kiriye û got,
Misr ti carî tevgera Tirkiyê di herêmê de û bi taybetî li Sûriyê qebûl nake.
Her wiha Şandeya MSD’ê jî ji ber helwesta wan, spasiya Komara Misr û serokê wê Ebdulfetah El-Sîs kirin..
Piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî, yekem car e şandeyek MSD’ê bi wezaretek ya Misrê re dicive.