Şandeyek ji perelamana Ewropayê bi Rêveberiya Xweser re civiya

Endamekê Perlemana Ewropayê destnîşan kir ku divê Yekîtiya Ewropayê rê li ber guhertina demografîk a ku Tirkiyê li herêmê pêk tîne bigire..

Endamê Perlemana Ewropayê ji Bloka Sosyalîstên Demokrat Andreas Scheiden li gel hevserokê Buroya Têkliyên Derve Ebdulkerîm Omer civiya.

Berdevekê Têkliyên Derve Kemal Akif ragihand ku piştî dîplmatekî Danîmarkî û şaneyeke Finalandî, ev şandeya sêyemîn di vê hefteyê de ye..

Endamê Perlemana Ewropayê Andreas Scheiden di daxuyanieyeke çapemeniyê de da zanîn ku wan gelek mijarên girîng li ser rewşa herêmê nîqaş kirine û diyar kir ku, “keç û xortên vê deverê Cîhan ji terorê xelas kir û pêwîst e Yekîtiya Ewropayê piştgiriya Rêveberiya Xweser a pirreng bike”.

Scheiden destnîşan kir, “Piştî êrîşa Tirkiyê li herêmê, pêwîstiya xelkê herêmê bi alşkariyê heye û divê ev yek bi awayekî yeskser were kirin”.

Di heman çarçoveyê de jî, Endamê Perlemana Ewropî bal kişand ser xeteriya êrîşên Tirkiyê û got ” divê em nehêlin Tirkiyê guhertina demograîk li herêmê pêk bîne û pêwîst e hêzeke navdewletî li herêmê were bicihkirin”.

Her wiha teqez dike ku ” Girîng e pêkhateyên vê herêmê beşdarî xebata siyasî ya li Cenevê bibin û nerîna wan jî hebe”.

Andreas Scheiden ku serdana Qamişlo kiriye îşaret bi xeteriya girtiyên DAIŞ’ê jî kir û bang kir ku, ji bo darizandina wan divê dadgeheke navdewletî li herêma Bakurê Sûrî were avakirin”.

Leave a Reply

Back to top button