QSD’ê ragihand ku artêşa Tir a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî li dijî herêmên sivîlan êrîşên xwe dewam dikin û hewl didin ku herêmên nû dagir bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê têkildarê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên dawî de daxuyaniyek nivîskî da.
Li gor daxyaniya QSD’ê,
Li êniya Til Temirê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, hewan û obûsan êrîşî gundên Til Mihemed û gundê Bab El-Xêr û Mişrefa yên navçeya Zirganê kir.
Di êrîşê de herêmên ku sivîl lê dijîn hedef hatin girtin û mal û milkên sivîlan ziyaneke mezin dît.
Li êniya Eyn Îsa jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundewarên bajarokê Eyn Îsa topbaran kir û rasterast herêmên sivîl hedef girtin.
Di encama topbarana li ser gundê Bîr Zinar de sîvîlek ku di nav zeviyê xwe de dixebitî, birîndar bû.