Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: 4 leşkerên me bi droneke Tirkiyê hatin kuştin

Bi droneke Tirkiyê, 4 leşkerên artêşa niştimanî ya Lîbyayê hatin kuştin.

Berdevkê artêşa Lîbya Ehmed Mismarî duh ragihand ku droneke Tirkiyê baregeha el-Wetiya li rojavayê welêt kir armanc.

Di encamê de, 4 leşker hatin kuştin û 6 birîndar bûn.

SEROKÊ ISTIXBARATA HIKUMETA QEZAFÎ:
DIVÊ GELÊ LÎBYA LI HEMBER DAGIRKERIYA TIRK BIBE YEKDEST

Li aliyê din û piştî Erdogan fermî şandina hêzên xwe bo Lîbyayê ragihand, serokê Ajansa Ewlekariya Derve ya Istixbarata Lîbyayê yê berê Ebû Zêd Dorda banga seferberiyê li gel Lîbyayê kir.

Dorda got, divê gelê Lîbyayê li hember planên dagirkiriyê bibe yekdest û li benda hespê boz nemîne ku Lîbya ji wan re rizgar bike.

Her wiha hikumeta Wîfaqê bi “hewandina Ixwanên Tirkiyê” tawanbar kir û anî ziman ku serokê Lîbyayê Serac tenê serî ji Erdoganê Ixwanî re ditewîne.

Ebû Zêd Dorda teqez kir ew ne li dijî Tirkiye û gelê wê ne, lê pirsgirêka wan bi Erdogan û partiya wê re ye.

Her wekî, banga guhertina ala Lîbya û qewitandina balyozên Tirkiye û Qeterê li parlamena Lîbyayê kir.

Leave a Reply

Back to top button