Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî pêşinyara îmzekirina peymaneke nû ya bi navê ”peymana Trump” a ji bo çareserkirina pirsgirêka nûklerî ya Îranê, red kir û ew bi ”pêşinyara sosret” bi nav kir.
Rûhanî di axaftineke televizyonî de ragihand, divê Amerîka vegere peymana nûklerî ya sala 2015’an ku Tehranê û hêzên navdewletî li ser lihevkiribûn.
Serokkomarê Îranê diyar kir, ku Îran dikare ji biryara xwe ya kêmkirina pabendiya bi peymana 2015’an vegere , ku piştî kuştina Suleymanî ragihandibû .
Rohanî rexneyên tund li dewletên Europayê jî kir, piştî ku Fransa, Brîtanya û Almaniyayê ”mekanîzmeya rawestandina şer” ku bendekî peymanê ye, xistin meriyetê.
Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî gef li welatên Europayê xwar û got: dibe ku xeterî li ser leşkerên Ewropî yên li Rojhilata Navîn hebe.