Rêjîma Sûrî komkujiya Ermenan nas kir

Parlementoya rêjîma Sûrî, komkujiya Ermeniyan a li ser destê Osmaniyan nas kir.

Parlementoya rêjîmê bi awayekî giştî, komkujiya Ermenan a sedsala 20an ku li ser destê Osmaniyan pêk hatiye, nas kir û kuştina milyon û nîveke Ermenî şermezar kir.

Serokê parlemana rejîmê Hemûda Sebax diyar kir ku nabe tu alî vê sûcê inkar bike û rastiyê veşêre.

Her wiha teqez kir ku ev girantirîn sûc e li dij mirovahiyê.

Sebax da zanîn ku niha ew rastî êrîşeke ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve tên û ev êrîş dîroka bav û kalên Erdogan tîne bîra wan.

Beriya niha jî gelek dewletên Ewropî komkujiya Ermenan nas kiriye û li hemberî wê serokkomarê dewleta tirk Erdogan jî nerazîbûna xwe nîşan da.

Back to top button