LI TUNISÊ GREVA GIŞTÎ

Piştî hilweşîna rêjîma Tunisê di xwepêşandanên 2011 de ku Zên El-Abidîn Bin Elî serokê Tunisê yê wê demê bû, aboriya Tunisê di rewşên herî kambax re derbas dibe.

Ev tê wê wateyê ku hilweşandina rêjîma Bin Elî ji gelê Tunisê re nebû çareserî.

Wer xuyaye mûçeyên karmendan têra wan nake.

Li ser daxwaza Yekîtiya Kar a Giştî ya Tunisê, duh karmendên saziyên hikûmetê li tevahiya Tunisê dest bi gireveke giştî kirin.

Hat zanîn ku daxwaza karmendan bilindkirina mûçeyên wan e.

Li gorî lêkolîneran ev grev ji peyameke tund ji hikûmetê re ye, ji ber ku beriya hilbijartinên giştî bi demeke nêz tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 2013an û vir de, ev grev a yekem e.

Di xwepêşandanan de, karmendan li dijî hikûmetê siloganên mîna “Biçe” rakirin.

Diyar e ku piştî gavavêtinên di warê demokrasiyê de ji sala 2011an ve, heya niha hikûmetên hatine nekarîn hemû hêviyên gel pêk bînin.

Nirxê Dînara Tunisê bi bin dikeve, bêkarî ji sedî 15 ye û di nava giştî gel de rewşeke nerazîbûnan derketiye.

Li gorî Yekîtiya Kar a Giştî, nêzî 673 hezar karmend beşdarî grevê bûne, ango ji sedî 90 ji giştî hejmara karmendan li Tunisê ye.

Ji xwe di sala 2016an de Sindoqa Pereyan a Navnetewî (IMF) 2,4 milyar Euro da Tunisê.

Di vê derbarê de sekreterê giştî yê Yekîtiya Kar a Giştî Nûredîn ET-Tabûbî di daxuyaniyekê de got ku wan deriyê danûstandinan bi hikûmetê re girtin.

Tê zanîn ku nêzî 800 hezar karmend di nava Yekîtiyê de cihê xwe digirin.

Leave a Reply

Back to top button