Libya..dewleta Tirk leşkerên xwe yên mirî bi dizî binax dike

Dewlet tirk a dagirker ku li Lîbyayê çeteyên hikumeta Wîfaq a Ixwanî diparêze, leşkerên xwe yên tên kuştin jî bi dizî û di nava bêdengiyê de diveşêre.

Piştî ku serokkomarê Tirk Erdogan bi awayekî eşkere ragihan ku li Lîbyayê hinek leşkerên wan hatine kuştin, hate zanîn ku Efserê binavê Okan Altınay li peravên Tarablusê miriye.

Tê gotin, cenazeyê Altinay derbazî cihê lê ji dayîk bûyî hatiye kirinin û bi bêdengî û dizî, binax kirine.

Malperekî tirkî ku nûçe parvekirî, piştî çend kêliyan nûçe rakir.

Rêveberê malperê herçiqasî nûçe rakiribe jî teqez kir ku nûçe raste.

Balkêşe ku heta niha li ser mijarê wezareta parastinê ya Tirkiye ti daxuyanî ne daye.

Back to top button