Hêzên Rejîma Sûrî pêşketina xwe li gundewarên Başûr ê Idlibê dewam dike û ber bi çiyayê Şehşebo bi pêş dikeve.
Li gorî navenda çavdêriya Sûrî, Rejîmê bajarokê Hezarîn û çend gundên din bi dest xistin û niha berê wê li derdora Çiyayê Şehşebo ye.
Bi vê yekê di nava 48 saetan de, Rejîmê 24 gund û bajarok kontrol kirine..
Di heman wextê de, Komên çete yên Dewleta Tirk, hîna di nuqteyên xwe li yên li derdora bajarokê Neyreb ê li nêzî Seraqib de ne..