Jimara birîndarên êrîşa li ser gundê Sukeriyê, bû 9 kes

Artêşa Tirk û çeteyên wê, duh careke din gundên Girê Spî bi mûşekan topbaran kirin, di encamê de 9 kes ji gundê Sukeriyê birîndar bûn.

Çeteyên bi navê Feyleq el-Şam duh li gundê Sukeriyê yê rojavayê Girê Spî xwestin pezên sivîlan bidizin, dema şêniyan rê li ber vê yekê girtin, çeteyan gule li wan reşandin.

Çavkaniyek ji bajarê Girê Spî ragihand ku 9 kes di encama êrîşê de birîndar bûne û birin nexweşxaneya Wetanî ya bajêr.

Li gorî çavkaniyên ku ji nexweşxaneyê dane ANHA’yê jî, navê birîndaran ev in:

“Îbrahîm Mûsa El-Elî, Elî Mûsa El-Elî.

Ehmed Mustefa El-Xelef, Ayid Ebdulxenî El-Xelef.

Mûsa Mustefa El-Elî, Ebûd Elî El-Mihemed, Abdullah El-Xelef.

Mihemed Abdullah El-Xelef, Ayid Xelîl El-Mihemed”.

Hate diyarkirin ku rewşa piraniya birîndaran giran e.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî bûyerê karwanekî çeteyên “Ehrar El-Şerqiya” ber bi gund ve çû da ku gund vala bikin û veguherînin nuqteyek leşkerî.

Back to top button