Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Ednan El-Zurfî ragihand ku, ew ê plansaziya xwe pêşkêşî Parlemanê bike û teqez kir ku ew ji erka avakirina hikumetê bi paş ve venagere.
El-Zurfî duh bi daxuyanikê diyar kir ku, ew bi awayekî destûrî ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin û eşkere kir ku ji bo avakirna hikumetê, danûstandin berdewam in.
Ednan El-Zurfî ragihand ku ew ê îro şemiyê plansaziya xwe, tevî daxwazeke fermî ya lidarxistina civînekê ji bo standina baweriyê, pêşkêşî parlemanê bike.
El-Zurfî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku, hikumeta wî wê li sar çar eniyan xebatê bike, ew jî ev in:
-Çareserkirina aloziya aborî.
-Sepandina desthilatiya dewletê û serweriya qanûnê.
-Pêkanîna hilbijartinên zelal û azad.
-Xurtkirina pêwendiyên derve.
Serokwezîrê erkdarkirî yê Iraqê Ednan El-Zurfî teqez kir ku ew ji erka xwe ya avakirina hikumetê bi paş ve venagere.