Peymangehek Amerîkî: 29 hezar serbazên Tirkî, ji bo Idlibê hatine şandin

Dewleta Tirk a dagirker di şandina maşîneyên leşkerî, ji bo Idlibê dewam e, duh bi êvarî nêzî 30 maşîneyên şer di kerîdora Kefer Losîn re derbas bû.

Paymangeha Lêkolînerên Şer yên bi ser Wezareta Bervaniya Amrîkayeyê ve di raporekê de ragihand ku dewleta Tirkiyê 29 hezar leşker şandine Idlibê.

Her wiha tank û amûrên endiziyariya locistîk di nav kerwanê leşkerî de yê bo Idlibê hatiye rêkirin, hebûn.

Di daxuyanyê de hat zanîn ku ew hêzên bo Idlibê hatine şandin ji Tîmên Taybet in. Tevî Yekiniyên Komondozê.

Her wiha ew hêz li ser rêya M-4 ji bo rê li ber rejîma Sûrî bigire belav bûye.

Paymengehê di daxuyaniya xwe tekez kir ku dewleta Tirk xwe ji bo êrîşekê li dijî hêzên rejîma Sûrî amade dike.

Back to top button