Di çerçoveya xweparastina rewa de QSD’ê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Eyn Îsayê bi bin dixîne.
Her wiha QSD’ê, hewl danên çeteyên Tirkiyê ku bi rêya motosklêtê dixwastin derbasî Eyn Îsayê bibin, bi binxist.
Beriya 2 rojan çeteyên dewleta Tirk bi rêya motoskilêtê hewl dan derbasî bajarê Eyn Îsayê bibin.
Hêzên QSD û YPJ’ê ev hewl dan bi bin xistin.
Di encamê de her 3 çete reviyan û motoskilêta wan, hat girtin.
Li ser tebloya motoskilêtê danîbûn Dewleta Islamî – Lîweya Reqayê.
Her wiha bi rêya tabloya ku li ser motosklêtê danîne (Dewleta Islamî – Lîwa Reqa) tê tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewlid dide DAIŞ’ê li herêmên ku xistiye bin dagirkeriya xwe, ji nû ve vejîn e.