Komîteya Tenduristî û ya Pêjiyaniyê yên navçeya Şedadê ji bo rêgirtina li pêşiya buhayan, li dermanxane û navendên bijîşkiyê geriyan.
Ji Rêvebrên wê Komîteyê, Salih El-Elî diyar kir ku di wextekê de qedexeya derketina derve dewam dike, armanca wan rawestindina keysbaziya buhayan û kontrolkirina lênerînên bijîşkan e.
Li gorî wê, dermanfiroş wê tenê 15 heta 35 L. S bavên ser nirxê derman û bijîşk jî tenê 2 heta 3 hezar L. S ji nexweş bigirin..
Her wiha serokê Komîteya Pêjiyniyê ya navçeya Şedadê Xalid El-Hecî jî hişyarî da ku, erge ev biryar bi cih neyên, wê ceza werin birîn.