Hêzên rejîma Sûrî bi çekên giran bajarokên başûr gundewarê Idlibê kirin armanc.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku “danê vê sibehê, hêzên rejîmê bajarokên el-Bare, Ftêra û Sûfhin bomebaran kirin.
Çavdêriyê her wiha da zanîn ku dronên Rûsî li asmanê Idlibê bê navber digerin.
Girêdayî mijarê, Şemiya borî, rejîma Sûrî deverên Ftêra li Cebel el-Zawiyê, kiribûn armanc.
Li gorî Çavdêriya Sûrî, di encama mûşeke rejîmê de, sivîlek li rojavayê gundewarê Helebê hat kuştin.