Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li herêmên Bedlîsê û Garzanê de 11 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyanî da û ev agahî parvekir.
2’ê Gulanê gerîlayan li qada Satê ya Bedlîsê ketine nav yekîneya dijmin û ji nêz ve li wan xistin.
Di encamê de, 7 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.
Artêşa Tirk a dagirker ji zû ve ye li Goristana Şehîdan a Xerzanê ya li Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê daran dibire.
Dagirker ji bo ewlehiya vê koma ku daran dibire, yekîneyên veşartî li Girê Şehîd Sorxwîn bi cih kiriye.
3 Gulanê gerîlayan li van yekîneyan dan û 4 leşkerên dagirker hatin kuştin.