Artêşa Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, gundên herêma Biradostê gulebaran kirin û rez û baxçeyên sivîlan, şewitandin.
Şeva borî leşkerên dewleta Tirk a dagirker, gundên Xelîfan, Sîrwan û Elekan ên herêma Biradostê bombebaran kirin û rez û baxçeyên wan şewitandin.
Li gorî agahiyan, armanca artêşa Tirk ew e ku tevgera şêniyan sînordar bike, da ku serdana hev nekin. Her wiha rez û baxçeyên wan jî bişewitîne
Îranê careke din dest bi topbarankirina Dola Alane û Hacî Omeran kir
Li aliyê din, rejîma Îranê îro careke din dest bi topbarankirina Dola Alane û Hacî Omeran ên navçeya Soran kir.
Ji duh sibehê ve, Îran bilindahiyên Alane, Pîranşar û Hacî Omeran topbaran dike.
Heta niha ti ziyanên canî çênebûne, lê belê ziyan gihîştiye jîngeh, rez û baxçeyên şêniyan.
Li gorî agahiyan, rejîma Îranê hêzên xwe li ser sînor zêde kiriye û bi taybet li ser sînorê Qendîlê, da ku ji bo her êrîşekê amade be.
Dewleta Tirk havîngeha Şerenîş a Zaxo bobebaran kir
Îro dewleta Tirk a dagirker havîngeha Şeranîş a navçeya Zaxo ya parêzgeha Dihokê bombebaran kir.
Ji ber bombebaranê ziyaneke zêde gihişt rez û baxên şêniyan.