Ji bo keda wan a bi roj û şev ya parstina civakê û parastina zeviyan ji şewatê
Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hêzên Parastina Civakî, xelat kir.
Rêveberiyê bi şahiyeke xelatkirinê xebata HPC’ê spas kir û spasname diyarî wan kir.
Hêzên Parastina Civakî li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şev û roj parastina zeviyan kirin.
Li ser tevahî rêyan belav bûn û pêşiya şewata zeviyan girtin.
Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê, Desteya Aborî û Partiya Yekîtiya Demokratî PYD’ê bi
civînekê li bajarê Rimêlanê li navenda Aram Tîgran spasiya HPC’ê kirin û ew xelat kirin.
Di civînê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê Talat Yûnis axivî û qala girîngiya rola Hêzên Parastina Civakî ya di parastina zeviyan de kir.
Hêzên Parastina Civakî jî dan xuyakirin ku ewê herdem ji bo parastina civakê û destketiyên Şoreşê bixebitin.
Di dawiya Civînê de Hêzên Prastiana Civakî hatin xelatkirin û keda wan a Pîroz hat silav kirin.