Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmaz ragihand ku ew pilan dikin ku hevkariyê li gel dezgeha niştimanî ya Lîbyayê ya petrolê, ji bo gera li petrol û gazê bikin.
Donmaz, duh di bernameyekî televizynê de destnîşan kir ku xerçkirina salane ya Tirkiyê li ser hawîrdeyên enerjiyê, derdora 40 milyar dolar e û divê ev mesref, bi rêya enerjiya xwecihî were kêmkirin.
Wezîrê Enerjiyê yê dewleta Tirk diyar kir ku, sala borî, 62% ji enerjiya kehrebeyê ya Tirkiyê xwecihî bû û destnîşan kir ku ew ê gera li petrol û gazê li Lîbyayê dewam bikin.