Li ser banga şênî û ajokaran a sererastkirina rêya navbera Eyn Îsa û Reqayê, Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê dest bi sererastkirina rê kir.
Desteyê sererastkirina rê li ser du qunaxan dabeş kir.
Qonaxa yekem ji Eyn Îsayê heta bajarokê Til Seman û qonaxa duyemîn jî ji Til Seman hate Reqayê.
Sererastkirin wê rêwîtiya şêniyan û liv û tevgera kamyonên bazirganiyê hêsantir bike, her wiha wê rê li pêşiya qezayan bigire.
Şaredariya gel a Til Hemîs riyên navçeyê sererast dike
Şaredariya Gel a Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê jî bi armanca başkirina rewşa xizmetguzariyê ya navçeyê dest bi qîrkirina rêyên navçeyê kir.
Hevserokê Şaredariya Gel Ebdulrehman Hadî têkildarî mijarê axivî û got,
Miqdara qîrê 412 metrekabik e, komeleya xêrxwaz jî 306 metrekabik pêşkêş kir û Şîrketa Zagros miqdara mayî temam kir.