ERDOGAN DEREWAN DIKE Û DIXWAZE DEREWA XWE BIDE BAWERKIRIN

Li gorî Erdogan, dagirkerî ‘rizgarkirin e’, qirkirin û koçberkirin jî ‘parastin e.’

Erdogan dixwaze felsefeya xwe bi cihanê jî bide qebûlkirin.

Lê rastiya heyî li ber çavan e.

Eşkere ye ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan, siyaseta “derewan bike, heta tu bixwe ji wê derewê bawer bikî û her kesî pê bidî bawerkirin,” dimeşîne.

Tevî ku kirinên wan wergera derewên wan in jî, hîna derewan dikin û ji cîhanê dixwazin bi wan derewan bawer bikin.

Ji nûtirîn derewên wan îdiaya Erdogan ku ew, “ji bo rizgarkirina herêmê û parastina gelê Kurd” dixwaze têkeve Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Gelo rizgarkirina herêmê û parastina gelê Kurd dê mîna ya li Efrînê be?

Berî artêşa Tirk a dagirker êrîşî Efrînê bike, Erdogan heman daxuyaniyên ku dagirkeriyê bi ‘rizgarkirinê’, qirkirin û koçberkirinê bi ‘parastinê’ bi nav dikir, ragihandibûn.

Piştî dagirkirina Efrînê rastiya niyetên Erdogan eşkere bû.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hemû binpêkirin li ser Efrînê pêk anî.

Di êrîşên xwe de hemû cureyên çekên pêşketî bi kar anî, bi taybet balafir.

Di encamê de zêdetirî 12 komkujî pêk hatin.

Li gorî danayên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê:

Di encama topbarana artêşa Tirk de 783 kes hatin kuştin

153 sivîl ji wan 36 jin û 45 zarok piştî dagirkirinê bi rêbazan cuda, hatin kuştin

Ji bilî rewşên ku nehatine belgekirin 207 jin di dema dagirkeriyê de, hatin kuştin

Nêzî 3 hezar kes di nav de jin, zarok û temenmezin, hatin revandin

Nêzî 55 jin û zarok destdirêjî li wan hatin kirin

Bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê hatin kirin

Binpêkirinên wan li vir neman… çeteyan bi hezaran darên zeytûnan û daristan hil kirin û şewitandin.

Her wekî gelek şûnwar talan kirin û parçeyên dîrokî li Tirkiyê firotin.

Armanca Tirkiyê ya stratejîk ji dagirkirina Efrînê, guhertina demografyaya wê bû.

Tirkiyê bi rêya guhertina navên gund, qad, sazî, derxistina nasnameyên tirkî, ferzkirina zimanê tirkî, dixwaze bigihîje vê armancê.

Ev rêbaza Erdogan a rizgarkirin û parastina gelê Kurd e!

Îro jî bi heman derewan dixwaze cîhanê bixapîne.

Leave a Reply

Back to top button