Agir bi bazara Mîlî ya taxa Kurdistan a Hewlêrê ket. Derdora 300 dikan şewitîn.
Serê sibehê saet 05:00’an; agir bi bazara Milî ya taxa Kurdistan a bajarê Hewlêrê ket.
Li gorî agahiyan nêzî 300 dikan şewitîne.
Piştî 3 demjimêran agir hate vemirandin.
Ev cara duyem e, li vê bazarê şewat derdikeve.
Derbarê sedema şewatê de, lêkolîn hate destpêkirin.