KOVARA LE POINT: DEWLETA TIRK A EFRÎN DAGIR KIRIYE ZEYTÛNÊN WÊ TALAN DIKE

Kovara Fransî ya navdar Le Poînt di hejmara xwe a dawî de balê dikşîne ser talankirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve.

Kovar bi gotina “wan ji bo me şer kir û em niha wan bi tenê dihêlin” îşaret bi durûtî û xemsariya hêzên cîhanî dike.

Kovara Fransî Le Poînt di hejmara xwe a dawî de bi ser navê “Wan ji bo me şer kir û me dest ji wan berda” dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve kir mijareke sereke..

Kovar mijara Efrînê bi dosyayên “Trajediya Kurdan û Xwîna Zeytûnan” bi xwendevanên xwe re parve dike..

Le Poît di hejmara xwe de balê dikşîne ser navê tevgera dagirkeriya Tirk a “Şaxê Zeytûnê” û wiha dibêje:

Eger navlêkirina operasyona leşkerî, pêşbaziyeke bênamûsiyê bana, wê demê wê tevgera Tirk a binavê “Şaxê Zeytûnan” hêjayê xelata zêrîn bihata dîtin.

Dewleta Tirk bi dagirkirina Efrînê de, 200 hezar Kurd di qirkirinê re derbas kir.

Mal û milkê wan talan kir..

Ji bo vê tevgera xwe jî dewleta Tirk baştirîn nîşana aştiyê, weke sembol diyar kir.

Li Efrînê 18 milyon darê zeytûnan hebûn. Zeytê wan ya resen mîna zêrê zer bû.

Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê berhemên sala 2018’an bi buhayê 130 mîlyon Euro firotin.

Ji bilî wê, bi buhayê 90 milyon Euro jî fabrîqeyên sabonê û alavên çandiniyê jî hatina dizîn û talankirin.

Kovar îşaret bi wê yekê dike ku dewleta Tirk di ser Ezaz û Dîlokê re berhemên Efrînê derbasî Ewrûpayê kirine û û wiha got;

Yekane sedema çêkirina rêyên nû, derbaskirina zeytûnên Efrînê û firtona wê ye.

Ne tenê talankirina û dizî, dewleta Tirk her wiha bi darê zorê pereyan ji xelkê Efrînê yê li hundir mayî werdigre û dest datîne ser mal û milkê wan.

Kovar balê dikişîne ser wê yekê ku welatên Ewrûpa ên zeytûn û zeyta Efrînê ji dewleta Tirk kirîne dikarin werin dadgehkirin.

Leave a Reply

Back to top button