Dewleta Tirk a dagirker, sûcên dermirovî li dijî jinan pêk tîne

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongra Star bi dosyayekê sûcên ku di du salan de li herêmên dagirkirî bi taybet li dijî jinan hatine begekirin, eşkere kir. Komîteyê ragihand ku tenê li Efrînê zêdetirî hezar jinî piştî hatine revandin, winda ne û bêtirî hezar û 564 jin bûne qurbanên êrîşên dagirkeran.

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongra Star di çarçoveya pêngava “Jin Rojava Diparêzin” dosyayek bi navê “Jin di bin dagirkeriya dewleta Tirk de” amade kir.

Di vê dosyayê de, rewşa jinên li herêmên dagirkirî, tundî, revandin û sûcên li dijî wan pêk tên bi belge, hatiye eşkerekirin.

Li Efrîna dagirkirî ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bêhtirî 300 hezar şênî koç bûne.

Şêniyên ji Efrînê derneketin jî rastî her cure binpêkirin tên.

Li dijî jinên li Efrînê, kirinên dermirovî, revandin, heqaret, zewaca bi darê zorê û ya temenpiçûk, êşkence, destavêtin û heta kuştin jî pêk tên.

Piranî jin ji ber tirs, tundî û destavêtinê ji malên xwe dernakevin.

Li Efrîna dagirkirî, zêdetirî hezar jin piştî revandinê, winda ne

Bîlançoya ji 20 Çileya 2018’an heta Hezîrana 2020’an a revandin û kuştina jinan li Efrînê bi vî rengî ye:

2018’an

19 jin hatin revandin, 5 hatin kuştin û yek hat rizgarkirin.

2019’an

50 jin hatin revandin, 4 hatin kuştin û 17 jî hatin rizgarkirin.

2020’an

30 jin hatin revandin, 5 hatin kuştin û 13 hatin rizgarkirin.

û Bêtirî hezar û 564 jin bûn qurbanên êrîşên dagirkeran.

Zêdetirî hezar jinî jî piştî hatin revandin, winda ne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, wendabûna zêdetirî hezar jinî ku piştî hatine revandin, belge kir.

Li gorî wê Bi kêmanî 290 jin û zarok hatine girtin.

50 jin jî hatine kuştin.

Ev jimar ji wisa zêdetir e, ji ber tu saziyeke ku van sûcan belge bike tune ye û jimara rast nayê dayîn.

Li Serê Kanî û Girê Spî jî heman kirin û sûc li dijî jinan pêk tên..

Jin tên revandin, êşkencekirin, cilên reş tê ferzkirin û bi ser de jî tên kuştin.

Kongra Star: Divê dewleta Tirk qirkirin û komkujiyên jinan rawestî ne

Komîteya Lêkolîn û Serjimariyan a Kongra Star diyar kir ku sûcên li dijî jinan, qanûnên mirovî binpê dikin û bang li saziyên navneteweyî û aliyên pêwendîdar kir ku berpirsiyartiya xwe bi cih bînin û rê li ber qirkirin û komkujiyên jinan bigirin.

Her wiha bang kir jî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser sûcên wan werin darizandin û ji herêmê tevahî werin derxistin.

Back to top button