HPG: Li Heftenîn û Hatayê derbên xurt li dagirkeran hatiye xistin

Di çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên li Heftenînê de, herî kêm leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû. HPG’ê dazanîn ku di oparayona dagirkeriya dewleta tirk ya li Hatayê de, leşkerek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Gerîla Ciwan jî heta kêliya dawî şer kiri û şehîd bû. Her wiha HPG’ê ji ber tevgera kontra ya li gundên Elbak ya Wanê gel şiyar kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Heftenîn û Hatayê de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku di pêngava şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de derbên xurt li dagirkeriyê têne xistin û wiha hat gotin:

2’ê Tebaxê gerîlayan li qada Tepê Dûpişkê ya Heftenînê li dijî artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sekvaniyê kirin.

Di encamê de leşkerek hate kuştin û yek jî birîndar bû.

HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker di meha Hezîran û Tîrmehê de li bejahiya navçeya Dortyol a Hatayê operasyoneke dagirkeriyê da despêkirin.

Di vê oparasyona dagirkeriyê de, 5 caran şerên giran qewimî.

Di encamê de, bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn.

HPG’ê dazanîn ku 21’ê Tîrmehê gerîla Ciwan heta fîşeka xwe ya dawiyê li dijî dagirkeriyê şer kir û şehîd bû.

HPG’ê diyar kir ku di demên pêş de wê li ser nasnameya şehîd Ciwan agahiyên berfireh parve bike.

de hevrêyê me Ciwan ê ku li dijî yekîneyên dijmin heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

1’ê Tebaxê komek ji 20 kontrayan li qada Masîro ya navçeya Elbak a Wanê kincê gerîla li xwe kir û li gundên Nalecan, Dêra, Xaçka, Dêze û Liçekê karê kontra meşandin.

HPG’ê li ser vê rewşê gelê gerê hişyar kir.

Back to top button