DEWLETA TIRK DEST JI HEWLDANA DAGIRKIRINA BAKURÊ SÛRÎ BERNADE

Di çarçoveya planên dagikirina Bakur û Rojhilatê Sûrî de, serok-komarê Tirk Erdogan doh careke din li gel serokê Emerîka Turmp axivî.

Qesra Sipî îdîa kir ku wê herdu alî têkildarî Bakurê Sûrî û ewlekariya Tirkiyê û Emerîkayê hevdîtinan dewam bikin.

Çapemeniya Tirk jî ragihand ku Erdogan di hevdîtinê de daxwaz kiriye ku Minbicê radestî wan bikin.

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûrî hewl dide destûrê ji Emerîkayê bigire..

Bi vê armancê, serok-komarê Tirk Erdogan, di nava hefteyekê de 2 caran pêwendiyên telefonî li gel serokê Emerîkayê Trump pêk tîne.

Têkildarî mijarê Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ragihand ku Erdogan û Trump ji bo rewşa Bakurê Sûrî li hev kirine ku hevdîtin û hewldanên xwe dewam bikin.

Sanders her wiha diyar kir ku Turmp bal kişandiye ser tinekirina hêzên DAIŞ’ê yên li Sûrî mane.

Li ser heman mijarê ajansên girêdayî dewleta Tirk jî îdîa kirin ku Erdogan ji Emerîkayê daxwaz kiriye ku Minbic radestî wan bikin.

Leave a Reply

Back to top button