Li Iraq û Başûrê Kurdistanê nêzî 200 hezar kes bi vîrûsê ketine

Vîrûsa Corona li beşên din yên kurdistan û welatên cîran jî bandora xwe didomîne. Li başûrê kurdistanê ku hê vîrûs ne hatiye kontirolkirin, belav dibe.

Li bakurê Kurdistanê jî vîrûs belav dibe û dewleta Tirk jî xemsar nêzîk dibe. Li bajarên bakur daneyên herî zêde yên vîrûsê têne tomarkirin.

Li kurdistan û welatên cîran jî metirsiya vîrûsa Coronayê dewam dike.

Li başûrê Kurdistanê, her çiqasî di aliyê tevgerî de asayîbûnek hebe, lê heta niha tevgera di navbera bajaran de heta astekî rawestiyaye.

Tenê li herêma başûrê kurdistanê zêdeyî 18 hezar kesî bi vîrûsê ketiye, ji wan jimara kesên jiyana xwe ji dest dane jî nêzî 700 î bûye.

Her wiha jimara kesên ji vîrûsê rehet bûyîn jî 10 hezar derbas kiriye.

Daneyên herî zêde yên pêketiyên vîrûsê li bajarê Hewlêr û Silêmaniyê hatine tomarkirin.

Heta niha li Iraqê 160,436 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 5,588 kesî jiyana xwe ji dest dane û 114,541 jî baş bûne.

Dewlet Tirk li bakurê Kurdistanê xemsar nêzî vîrûsê dibe

Li bakurê kurdistan û tirkiyê jî rewş kembaxtir dibe.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên derbasbûyî de hezar û 212 kesên din jî bi vîrûsê ketine û 18 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heta niha bi vîrûsê ketine bû 244 hezar û 392 û kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 5 hezar û 891.

Lê xemsariya dewleta tirk ya ji bo parastina şêniyan li bakurê kurdistanê, metirsiyek mezin daye avakirin.

Hevseroka Şaxa SES’ê ya Edeneyê Halîde Încî, diyar kir ku li Edeneyê rojê encama testa vîrûsa corona ya 300 kesan pozitif derdikeve û wiha got:

“Li nexweşxaneyên cuda hêj dermankirina 400- 500 nexweşan didome.

Di 11’ê tebaxê de testa 600 kesan pozîtîf derket.

Di hefteyên dawî de dîsa vîrûsa corona li gelek bajarên bakurê kurdistanê bi rêjek pir zêde derdikeve.

Bi taybetî li bajarên Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Êlih û Edene her rojê zedeyî 300 kes bi vîrûsê dikevin.

Li Îranê ji ber xemsariyê vîrûs nayê kontrolkirin

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê jî rewş ji ya beşdên din ne cuda ye.

Polîtîkayên rejîma Îranê, bûye sedema ku vîrûs neyê kontrolkirin.

Heta niha 336,324 kes bi vîrûsê ketine ji wan 19,162 kesî jiyana xwe ji dest dane û 292,058 kes jî baş bûne.

Back to top button