Hêzên Ewlekariyê ji kesên ku êrişî kampê kiribûn, 2 kes girtin.
Komeke çekdar ku cilên jinan li xwe kiribûn vê sibehê êrişî beşê yekemîn ê kampa Holê yê taybet bi penaberên Iraqê kirin û 3 penaber birîndar kirin.
Kesên birîndar bûne ev in: Umer Samî Şilaş, Ebdulqadir Salih El-Casim û Miseb Mihemed El-Yûsif.
Piştî êrişê, hêzên ewlehiya kampê ketin tevgerê û du êrişkar girtin. Xebatên lêgerîna êrişkarên din berdewam e.
Li gorî aliyên ewlehiyê, êriş di hundirê kampê de hatiye plankirin, xebatên lêgerîna li êrişkarên din ku 4 kesin, berdewam e.