Şêniyên gundê Ebû Sira yê rojavayê navçeya Eyn Îsayê bêdengiya civaka navnetewî li hemberî êrîşan êrîşên Tirkiyê ser herêmê şermezar kir.
Duh duşemê artêşa Tirk gundên Ebû Sira, Dibis û derdorê rêya M4 li Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
Her wiha balafirên bêmirov a bi çek erebeyên sivîlan kirin hedef û du sivîl birîndar bûn.
Şêniyên gundê Ebû Sira dijminahiya Tirkiyê û topbarana bêserûber a li dijî malên wan ku jiyana wana û zarokên wan xiste xeteriyê, şermezar kirin.
Şênî gotin ku gund ji malên sivîlan pêk tê û tu nuqteyên leşkerî tê de tune ne.
Şêniyan bêdengiya Rûsyayê ku wekî garantora agirbesta li herêmê tê hesbandin, şermezar kir û bang lê kir ku êrîşênTirkiyê rawestîne.