Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got, 64 kesên nû bi vîrusa Coronayê ketin û 2 jî mirin.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê 64 pêketiyên nû ên şewba Corona vîrusê (Covid-19) hatin tomarkirin. Bi vê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihaşt 2 hezar û 504.
Her wiha wezaretê diyar kir ku 2 kesên din ji ber vîrusa Coronayê mirin, li gorî daneyên wezaretê hejmara miriyan bû 100.