Serokê Buroya siyasî ya Ceyş el- Siwar a Idlibê Ebû Erac destnîşan kir ku Hêzên Rûsya û yên hikumeta Şamê bi şer an bêyî şer wê xwe bigihînin rêya M4.
Ebû Erac anî ziman ku ji destêpêka ragihandina agirbestê û heya niha, agirbest ji hemû aliyên şer tê binpêkirin û got:
Meha Îlonê wê rewş zelaltir bibe ji ber ku lihevkirina Rûsya-Tirkiyê ya têkildarî rêya M4 bi dawî dibe.”
Îcar çi bi şer, çi jî bêyî şerê, wê Rûsya û hikumet xwe bigihînin rêya M4.
Ebû Erac destnîşan kir ku eger operasyoneke leşkerî li Idlibê pêk bê, wê Tirkiyê nikaribe bersivê bide, ji ber odeyeke operasyonan a hevbeş a Tirkiye-Rûsyayê heye.