Ciwanên Til Temir û Hesekê tevlîbûna xwe ya ji pêngavê re ragihand

Îro ciwanên Hesekê, Til Temir, Heleb û Kobanê bi daxuyaniyan tevlîbûna xwe ya ji pêngava “Helbet em ê bi ser bikevin” re ragihand.

Ciwanan di daxuyaniyan de bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkman kirin ku qadan hemûyan veguherin qadên berxwedanê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo mezinikirina asta li hember êrişên dewleta Tirk 15’ê Tebaxê pêngava “Helbet em ê bi ser bikevin” ragihand.

Îro ciwanên Hesekê û Til Temirê bi du daxuyaniyên cuda tevlêbûna xwe ji pêngavê re ragihand.

Ciwanan di daxuyaniyê de diyar kirin ji bo ku aloziya Rojhilata Navîn veguhere şoreşa azadiyê, avakirina eniyeke hevgirtî pêwîst e.

Ciwanên Helebê tevlîbûna xwe ya ji pêngavê re ragihand

Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên PYD’ê a bajarê Helebê jî bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe ji bo pêngavê ragihand.

Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a PYD’ê Silava Kîbar ve li ber navenda partiyê bi tevlêbûna bi dehan ciwanan hate xwendin.

Ciwanan diyar kir ku dewleta Tirk di gelek pêvajoyên dîrokî de û heta niha hewl dide gelan tune bike.

Ciwanan di daxuayniyê de bang li tevahiya ciwanên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkman kirin ku tevahiya qadan veguherin qadên berxwedanê.

Ciwanên Kobanê jî tevlîbana xwe ragihand

Yekîtiya Ciwanên PYD’ê a Kobanê jî tevlîbûna xwe ya ji bo pêngava “Helbet em ê bi ser bikevin” ragihand.

Ciwanên PYD’ê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi siyastên çewisandin û qirkirinê dixwaze gel tune bike lê gerîla di berxwedana Heftanînê de derbeyên mezin li dewleta faşîst dide.

Back to top button