Berxwedana gelê herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike. Çalakiya kon ya ku ji aliyê HPC-JIN û Kongra Star li ber NY li Qamişlo hatiye destpêkirin bi biryardarî didome.
Çalakî îro bi beşdariya Hêzên Parastina Civakî HPC yên Amûdê û bi dehan welatiyên Qamişlo dewam kir.
Li bin konê çalakiyê rêveberê HPC yê navçeya Amûdê Mihemed Hisên axivî û got: “Em dixwazin dengê xwe bighînin rêxistinên hiqûqî û mirovî.
Em dixwazin ku êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê rawestin û qada ezmanî li balafirên şer were girtin.
Rêvebera HPC-JIN Nûra Kîlo jî axivî û diyar kir ku ev êriş li ber çavê Cîhanê hemû tê kirin, lê kes deng ji xwe nayne û got, dewleta Tirk sûcên hovane li dijî gelê herêmê dike.